Ciwanên Reqayê xwestin, tavilê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin
Ciwanên ji herêma Reqayê yên ser bi Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin, heyetek biçe serdana Îmraliyê.
Ciwanên ji herêma Reqayê yên ser bi Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin, heyetek biçe serdana Îmraliyê.
Endamên ciwanên MSD'ê yên Reqayê, Ii pêşiya peymangeha zanistî ya ciwanan a li Mezraeya Hikûmî ya gundewarên Reqayê kom bûn û bi daxuyaniyekê kiryarên hikumeta AKP'ê derbarê Ocalan de şermezar kirin.
Ciwanên Reqayê ev daxuyanî dan:
"Piştî pêşketinên mezin ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di xizmeta hemû gelan li Bakurê Sûriyê de, her wiha serketinên QSD'ê li Reqayê ku DAIŞ'ê ji xwe re kiribû paytext û cîhan tirsandibû bi destxistin, dijberên gelê Sûriyeyê û di serî de Tirkiyeyê hemû şêwazên şerê taybet bikar anîn û destek dan terorîstan. Ew careke din bi girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dixwazin li ser me fişarê bikin, ev yek jî nîşan dide ku Tirkiyê ji nirxin mirovahiyê dûr e.
Em wek ciwanên Reqayê hikûmeta Erdogan şermezar û protesto dikin ji ber ku destûr nade ku bijîşk ji bo çavdêriya rewşa tenduristiya Rêber Ocalan biçin serdana wî. Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryarên hikûmeta faşîzmê jî protesto dikin û ji rêxistinên mirovahiyê daxwaz dikin ku bi lez destwerdanê bikin da ku rewşa tenduristî ya Rêberê Abdullah Ocalan bê eşkerekirin. Ocalan sembola ramana azad e yê her mirovekî ku banga demokratîk dike ye. Em wek ciwanên Reqayê ji vê derê de soz didin em ê destûr nedin her kesekî hewil bide yan jî bifikire zirarê bigihêjîne Rêberê me yê mezin Abdullah Ocalan.”