Ciwanên Kurd, Ereb û Suryan dest bi meşa dirêj kirin

300 ciwanên li herêma Cizîrê, ji bajarê Qamişloyê heta Dêrikê dest bi meşeke dirêj kirin.

Meşê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê dest pê kir û 300 ciwanên Kurd, Ereb û Suryan pêngava KCK'ê silav kirin.

Ciwan bi dirûşma "Dema azadiyê ye, em ê teqez bi ser bikevin" li hev kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber stada Heysem Keco ya li Qamişloyê heta Dêrikê dest bi meşeke dirêj kirin.

Ciwanan tîşortên ji wêneyên Ocalan li hev kirin û dest bi meşê kirin. Meşê 3 rojan bidome.

Ciwan wê piştî bajarên Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê bigihêjin bajarê Dêrikê.