Ciwanên Kobanê şehîdên xwe bibîr anîn

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şehîdên qetlîamam ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê pêkanîbû li cihê ku hatibûn qetilkirin bibîr anîn.

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi diruşmeyên banga tolhildanê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk meşek lidar xist.

Piştre li cihê êrişa hewayî ya 25'ê Kanûnê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê ku di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan şehîd û 4 jî birîndar bibûn, kom bûn.

Ciwanan li mala ku êrişê li ser pêkhatibû gul danîn û mûm pêxistin.