Ciwanên Kobanê: Heta azadiya Rêberê xwe em ê li qadan bin
Ciwanên Kobanê li dijî komploya navneteweyî nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “Em ê her li kolanan bin. Em ê Rêberê xwe azad bikin û dewleta Tirk têk bibin.”
Ciwanên Kobanê li dijî komploya navneteweyî nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin, “Em ê her li kolanan bin. Em ê Rêberê xwe azad bikin û dewleta Tirk têk bibin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi hevkariya gelek hêzên navneteweyî û herêmî ji Kenyayê radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin û dîl hate girtin. Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hate kirin, kete sala xwe ya 25’an. Jinên ciwan ên Kantona Kobanê bi vê wesîleyê ji ANF’ê re axivîn.
‘EM BI FELSEFEYA RÊBER APO MEZIN DIBIN’
Yara Nebî anî ziman ku, wek şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê bêyî rawestan têkoşîna xwe bidomînin û got, “Em ê her li qadan bin. Em bi felsefeya Rêber Apo mezin dibin. Ji ber vê yekê, em ê ji bo azadiya Rêbertî her tiştî bikin. Dewletên desthilatdar paradigma û ramanên Rêbertî li hemberî xwe wekî tehlûke dîtin. Ji ber vê yekê komployek wiha qirêj pêk anîn. Lê bila her kes baş zanibe, em ê dewletên desthilatdar hilweşînin û Rêberê xwe azad bikin."
‘HETA CIWANEK KURD BIMÎNE DÊ EV TÊKOŞÎN BIDOME’
Hîlal Elî jî têkildarî tecrîd û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt anî ziman, “Em weke ciwan fedayê Rêber Apo ne. Tecrîda li ser Rêber Apo her diçe giran dibe. Weke ciwan, em xwedî felsefeya Rêber Apo ne. Em ê heta dawî bi Rêberê xwe re bin. Heta ciwanek Kurd bimîne jî dê ev têkoşîn bidome.”
‘EM Ê HER LI QADAN BIN’
Fatmê Osman jî destnîşan kir ku, dewleta Tirk hewl dide bi tecrîda girankirî gel û Rêberê Gelê Kurd ji hev qut bike û wiha dewam kir, “Em ê bi têkoşîna xwe ya bêyî navber li qadan, azadiya Rêber Apo misoger bikin.”