Ciwanên herêma Firatê piştgirî dan pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
Ciwanên herêma Firatê bi meşa meşaleyî tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” bûn.
Ciwanên herêma Firatê bi meşa meşaleyî tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” bûn.
Bi dehan ciwanên herêma Firatê bi meşekê tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” bûn.
Meş ji qada Şehîd Egîd destpê kir, heta parqa 19’ Tîrmehê berdewam kir.
Li vir ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre ji Rêveberiya Parastina Ciwanan a Herêma Firatê Hîlal Elî axivî û wiha got: “Em weke ciwan tevlî pêngava azadiya Rêber Apo dibin. Li 74 navendan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin. Em jî wek ciwanên Kobanê vê pêngavê silav dikin û tevlî dibin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Em berxwedana Rêber Apo silav dikin.”
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.