Ciwanên Eşîra Igêdatê bi girseyî tevlî QSD’ê bûn

Ji Eşîra Igêdatê 125 kes bi merasîmekê tevlî nava refên QSD’ê bûn.

Ciwanên tevlî QSD'ê bûne wê 45 rojan perwedeyên siyasî, fikirî û leşkerî û bikaranîna çekan bibînin.

Fermandariya leşkerî ya Akademiya Şehîd Egîd a Dêra Zorê got: "Piştî bûyerên ku li gundewarê Dêra Zorê rû dan, qetilkirina şêx Metreş El-Hefel û hewldanên derxistina fitneyê ji aliyê rejîma Sûriyê û Tirkiyê ve, ciwanên erşîra Igêdat xwestin parastina ewlehiya herêmê xurt bikin û li hemberî terorîst û kesên ku hewl didin aramiya herêmê xirab bikin, bisekinin."

Elî El-Celûd ê yek ji ciwanê ku tevlî QSD’ê bûye diyar kir ku piştî zêdebûna bûyerên qetilkirina sembolên herêmê, biryar da ku tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk bibe da ku li hemberî şaneyên terorîstan ên ku armanc û berjewendiyên dewletên mîna Tirkiyê li herêmê bisekine.

Ciwanên bi navê Omer Abdullah El-Cerwan û Mûsa Xelef jî diyar kirin ku ji bo parastina ewlehiya herêmê bibin mertal û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Piraniya ciwanên ku tevlî QSD'ê bûne ji bajaroka Şihêl a gundewarê rojhilatê Dêra Zorê ne.