Ciwanên Dêrikê PDK şermezar kirin

Ciwanên ku li bajarê Dêrik ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan, êrîşên PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, şermezar kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşeke meşaleyî êrîşên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ya li ser qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Meş ji pêşiya Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê destpê kir û di nava kolanên bajar de geriya. Ciwanan bi hildanan meşalayan û qîrkirina dirûşman berxwedana gerîla silav kir û xiyaneta PDK'ê şermezar kir.

Meş li qada Azadî veguherî mîtîngê. Li vir ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Orhan Hesen axivî û got: "Em ê asta têkoşîna heta rizgarkirina Rêbertî û bidawîkirina tecrîda li ser hatiye ferzkirin, bilind bikin. Her wiha em xiyaneta PDK`ê ku 7 gerîla şehîd xistin, şermezar dikin."

Hesen bang li ciwanên şoreşger ên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku tevlî şerê azadiyê yê li dijî faşîzma Tirk û xiyanetê bibin.

Mîtîng bi dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.