Ciwanê li Til Rifetê şehîd ket, hate veşartin

Elî Ebdurehman Mihemed ê ku li Til Rifetê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Ciwanê bi navê Elî Ebdurehman Mihemed 17’ê Adara 2024’an di encama êrişa dewleta Tirk a li ser navçeya Til Rifetê ya Şehbayê de şehîd bûbû.

Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê canezeyê şehîd Elî Mihemed ji Nexweşxaneya Avrîn wergirt û ber bi Goristana Şehîdan a Fafînê ve bi rê ket.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de endama Meclisa Navçeya Til Rifet Heyat El Ehmed axivî û sersaxî da tevahî gel. Heyat El Ehmed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got: “Dewleta Tirk a dagirker her roj êrişên xwe li ser herêmên me zêdetir dike. Ji ber topbaranê zarokên me şehîd dibin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşînê bidomînin.”

Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Efrîn û Şehba Hisên Wilo jî anî ziman ku heta vegera li Efrînê dê berxwedan û têkoşînê bidomînin.

 Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Girseyê şehîd di nav tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" de spart axê.