Ciwanan li Rojava meşeke dirêj dan destpêkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd meşeke dirêj dan destpêkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke dirêj dan destpêkirin. Meşa dirêj li gundê Rûfî ya ku 10 kîlometre li başûrê Kobanê dest pê kir.

Ciwanan li dijî dagirkeran banga têkoşînê kirin.

Bi sedan ciwan tevlî meşê bûn û qonaxa pêşîn a çalakiyê Til Xezal be. Çalakger wê piştre ber bi Şêranê û Kobanê ve bimeşin û li vê dere tevlî çalakiyên li dijî komploya 15’ê Sibatê bibin.