Ciwanan li Minbicê berxwedana gerîla silav kirin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin û berxwedana gerîla silav kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan  a Minbicê li pêşiya navenda ciwanan a bajar kom bûn û daxuyanî da.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed Cemîlî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrÎşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şeremzarkirin û hate gotin: "Dewleta Tirk a faşîst ji dehên salan ve van binpêkirinan li dijî tevahî gelên Rojhilata Navîn pêk tîne û bi hevkariya tevahî dewletên kapîtalîst mirovê azad li her deverê dike hedef da ku gelan kole bke. Lê fikirê Rêber Abdullah Ocalan fikirê azad e rêya azadiyê nîşanî tevahî gelên Rojhilata Navîn da.

Ji vir em soz didin hêzên gerîla, Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan ku em nasekinin heta ku tevahî planên dijminên mirovahiyê têk bibin."

Daxuyanî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gelên azad bi dawî bû.