Ciwanan bi meşa meşaleyî êrîşa li ser Kobanê şermezar kir

Bi sedan endamên Tevegera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Kobanê bi meşekî meşaleyî şermezar kir.

Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşa balafira bêmirov û biçek (SÎHA) a dewlat Tirk ya li ser Kobanê zêde dibin. Li gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê, bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şorşger a Sûriyê - Herêma Efrînê meşek bi meşeleyan li dar xist. Di meşê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Meş ji deriyê ketina kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê dest pê kir û li kolanên gund dewam kir. Di meşê de ciwanan timî dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên Tirkiyê û piştevaniya berxwedana şêniyên Kobanê  berz kirin. Meş li navenda gundê Ziyaretê rawestiya û ji bo şehîdan rêz hate girtin.

ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ

Piştî rêzgirtinê ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Kantona Efrînê Reşîd Efrîn axivî. Reşîd di destpêka axaftina xwe de êrîşa li ser Kobanê şermezar kir û got: “Dijmin bi hemû rê û rêbazan dixwaze me qir bike. Em ê timî li dijî êrîşan bi ruhê berxwedanê rawestin. Dewleta dagirker herî dawî êrîşî Kobanê kir û di encamê de şehîd çêbûn. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.“

Di dawiya axaftina xwe de Efrîn bang li hemû ciwanan kir ku li dijî êrîşan bi yek dengî rawestin û xwe birêxistin bikin, kir.

Çalakî bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re dawî bû.