Ciwan li Eyn Îsa li dijî dagirkeriyê rabûn

Ciwan û welatiyên li kampên koçberan ên ku li Eyn Îsayê li dijî dagirkeriya dewlata Tirk meşiyan.

Tevegera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê bi dirûşma "Em ê teqez bi serkevin", li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan.

Meşa ku bi sedan ciwanên navçeyê û koçberên di kampan de tevlî bûn, ji çerxerêya Displîna Leşkerî ber bi çerxerêya Şaredariyê ya navenda navçeyê ve destpê kir.

Ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşgerˏ pankartên bi nivîsên ʺ Bi ruhê berxwedanêˏ berxwedana Heftetînê wê bi serkeveʺˏ wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên herêmê hildan û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin.

Li ҫerxerêya Şaredariyê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Elî El-Elî axivî û got, şêniyên bajarê berxwedanê Êyn Îsayê li dijî planên dagirkeriya Tirk disekinin û soz da ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî dê asta têkoşînê bilind bikin.

Elî El-Elî bang li hemû ciwanên li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê kir ku bibin yek û li hemberî planên dagirkeriya Tirk li Sûriyê bisekinin, da ku layîqî şehîdên azadî û rûmetê bin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriyê pêngaveke bi diruşmeya "Em ê teqez bi serkevin"raghandibû.