Civîna Rêveberiya Xweser ya salane bi dawî bû
Civîna salane ya Rêveberiya Xweser piştî du rojan bi dawî bû. Di daxuyaniya piştî civînê hate dayîn de bal kişandin ser xebatên girîng û projeyên sala nû yên Rêveberiya Xweser.
Civîna salane ya Rêveberiya Xweser piştî du rojan bi dawî bû. Di daxuyaniya piştî civînê hate dayîn de bal kişandin ser xebatên girîng û projeyên sala nû yên Rêveberiya Xweser.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane 2 rojan bê navber li hola civînan a Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê bi beşdariya endamên MSD’ê, Desteya Serokatiya Rêveberiya Xweser, deste, buro û hevserokên 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xist.
Ji plan û projeyên girîng ku di sala nû de bê kirin wiha ne:
*Şopandin û temamkirina sazûmaniya rêxistinê ya tevahî deste, buro û desteyan li gorî xwespartina rêziknameya hundirîn.
*Xebat li ser şopandina derxistina giştîname û biryarên rêxistinî ya di derbarê xizmeta hêsankirina rêveçûna xebata saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de werekirin.
*Xebat li ser lidarxistina civînên girse yên gel û guhdarîkirina nêrînên wan bi hedefa dîtina çareyan ji azarên wan re were meşandin.
*Xebat li ser hêsankirina bergiriyên kar bi hedefa sivikkirina bîrokratî û sivikkirina bar li ser şêniyan wê were kirin.
*Keddayîna ji bo pêşxistina mekanîzmaya rêveçûna xebatê ya piştgiriya projeya Erka Xweparastinê û erka parastinê bibe mijara yekemîn a Rêveberiyên Xweser û Sivîl
*Rawestandina li ser, çewtî û şaştiyan û dîtina çareseriyan jê re û lêpirsîna kesên kêmasiyan dikin.
*Pêşxistina rêbaza rêvebertiyê ya saziyên çapemeniyê.
*Hewldana pêşxistina xebata nûnertiyên Rêveberiya Xweser yên li derve da ku bi awayekî saziyane bixebitin.
*Divê girîngiya yekemîn a projeyên di mecalên (xizmetguzarî, fêrkirin û perwerde, tenduristî, aborî û çandî) de bê dayîn.
*Pêkanîna projeyên geşkirinê ji bo jinan.
*Şopandina xebatê li goristanên şehîdan, divê girîngî ji zarok û malbatên şehîdan re bê dayîn.
*Piştgiriya beşên çandî, turîzmî û şûnwaran ku parastina mîras û bermahiyan mîsoger bike her wiha divê binpêkirinên ku li ser cihên dîrokî tên kirin û ji aliyên pêwendîdar re tên şandin, bên şopandin û belgekirin.
*Berfirehkirina planên rêxistinî li gorî pêdiviyan û sînordarkirina lêkirina avahiyên bêserûber.
*Avakirina herêmên endustirî û pîşeyî li gorî pêwîstî û pêdiviyan.
*Divê girîngiya yekemîn ji projeyên xizmetguzarî yên girêdayî binesazî ji qîrkirin, sererastkirin, çêkirin û restorakirina torên avê û kanalîzasyonê re bê dayîn.
*Şopandina çareserkirina pirsgirêkên avê li gelek bajarên ku azarên kêmbûna avê dikişînin bê kirin.
*Divê girîngî li ser kar û barên kampan, pêşxistina rewşên koçberan û xebata bi hemû rêbazan derbarê vegerandina wan a warên wan bê kirin.
*Divê girîngî li ser dosyeya mirovî û danûstandina pêre ku wek yek dosyeyê bê kirin û piştgiriya buroyê bê kirin ku stratejiya wê pêk bîne.
*Divê girîngî li ser avahiyên sporê bê dayîn û avahiyên nû bên avakirin û her wiha navendên geşkirina pîşeyî ji ciwanan re li ser tevahî astan bên avakirin.
*Divê berneme û xebata tomarkirina sivîl a elektronîk bê pêşxistin.
*Divê navendên piştgiriya sêwî û astegndaran li gorî pêdivî û derfetan bên avakirin.
*Domandina xebata sererastkirin, restorakirina dibistanan û dibistanên nû bên avakirin.
*Divê piştgiriya beşa tenduristî bi rêya restorakirina nexweşxane û navendên tenduristiyên ên heyî bê kirin û her wiha divê pêdivî û alavên wê bên dabînkirin û nexweşxaneyên taybet bên avakirin.
*Pêşxistina malpera elektronîk ya Rêveberiya Xweser.
*Avakirina kargehên berhemdayînê bi hedefa dabînkirina derfetên xebatê û peydakirina pêdiviyên şêniyan ji pêwîstiyên jiyanê bi buhayên guncaw.
*Lidarxistina pêşangeha endustirî ya salane bi demeke diyar.
*Zêdekirina hejmara firanan da ku pêdiviya şêniyan ji nan pêk bîne.
*Xebata li ser parastina jînegeh û dîtina çareseriyan ji pirsgirêkên qirêja jînegehê.
*Zêdekirina rûberên şînkahiyê li herêmên ziwa bûne da ku nebe çolistan.