Cephet El-Ekrad: Heta bidawîkirina dagirkeriyê em ê li ber xwe bidin
Fermandariya Giştî ya Cephet El-Ekrad diyar kir heta ku ew herêmên dagirkirî rizgar bikin wê berxwedana xwe bidomînin.
Fermandariya Giştî ya Cephet El-Ekrad diyar kir heta ku ew herêmên dagirkirî rizgar bikin wê berxwedana xwe bidomînin.
Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad bi daxuyaniyekê îşaret bi sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî kir.
Fermandariyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li herêmên bakurê Sûriyeyê ku komên çeteyên artêşa Tirk dagir kirine, bê îstiqrarî heye, li gelek herêman jî ji ber şerê di navbera van koman de rewş guheriye.
Fermandariyê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku ji destpêka dagirkirinê ve sûc pêk tên û ewlehî têk diçe, rojane teqîn û bûyerên din pêk tên, ji lew re bajar wêran bûne û gel dibe qurbanî. Fermandariyê diyar kir armanc ji van sûcan jî ev e ku xêr û bêra welêt desteser bikin, bacan ferz bikin û fidyeyan bistînin.
Fermandariyê da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi dagirkirina bajarên Efrîn, Bab, Şehba, Ezaz, Idlib û Carablus û koçberkirina niştecihên wê sînordar nema, bi rêya saziyên xwe avahiyên mêtingeriyê ava kirin, zimanê Tirkî ferz kir û li ser avahiyan ala Tirk hatiye daçikandin.
Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad di daxuyaniyê de piştrast kir ku ev sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne û wiha dewam kir: "Em hişyariya li ser xetereya berdewamkirina nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li tevahiya bajar û herêmên Sûriyê yên dagirkirî didin, ji ber ku dewleta Tirk piştgiriya komên terorîst dike û herêmê bike maka terorê."
Fermandariyê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe ya qanûnî, exlaqî û mirovî rabin û li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rola xwe rabin, her wiha dawî li dagirkeriyê bînin û garantiya vegereke ewle ji sivîlan re misoger bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de fermandariyê soz da şêniyên bajar û herêmên dagirkirî ku ew ê heta rizgarkirina tevahiya xaka dagirkirî, wê li ber xwe bidin û têkoşînê bidomînin.