Centcom: Şefekî DAÎŞ'ê yê berpirsyarê êrîşên li Ewropayê hate kuştin
Fermandariya leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYE'yê Centcomê ragihand ku şefekî DAÎŞ'ê li Sûriyeyê hatiye kuştin ku ji êrîşên li Ewropayê berpirsyar bû.
Fermandariya leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYE'yê Centcomê ragihand ku şefekî DAÎŞ'ê li Sûriyeyê hatiye kuştin ku ji êrîşên li Ewropayê berpirsyar bû.
Centcomê daxuyaniyek weşand û ragihand ku serçeteyê DAÎŞ'ê yên ku roja Sêşemê di êrîşa hewayî de hatiye kuştin Halîd Ayd Ahmed El Cûbûrî ye.
Hate ragihandin ku Cûbûrî bi taybetî ji 'plankirina êrîşên DAÎŞ'ê yên li Ewropayê berpirsyar' bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, kuştina Cûbûrî wê kapasîteya rêxistinê ya plankirina êrîşên li derveyî welat bi demkî rawestîne.
Fermandariya leşkerî ya Emerîkayê diyar nekir ku êrîşa hewayî li kîjan herêma Sûriyeyê hatiye kirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de zerar li sivîlan nebûye.
Di daxuyaniyê de cih ji gotinên şefê Centcomê general Mîchael Kûrîlla re hate dayin û hate ragihandin ku DAÎŞ lawaz bûye jî li ser herêmê û derveyî herêmê gef e.
Di Cotmeha 2019'an de şefê DAÎŞ'ê Ebû Bekir El Bagdadî li herêmeke di bin dagirkeriya dewleat Tirk de bi operasyoneke Emerîkayê hatibû kuştin.