Cenga Mezin: Taxên Bedû û Sexanî hatin rizgarkirin

Li navenda bajarê Reqayê şer bi hemû dijwariya xwe di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de dewam dike. Şervanan taxên Bedû û Sexanî ji çeteyan paqij kirin.

Şer bi dijwarî li navenda Reqayê bênavber berdewam dikin. Di encama şerên giran ên di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de, taxên Bedû û Sexanî ji çeteyan hatin paqijkirin. Taxa Bedû, taxa Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed e.

Her wiha li Derdora Çerxerêya Neîm, nexweşxaneya Wetenî û Stada Fotbolê jî şerê giran berdewam dikin.

Ji aliyê din ve Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ji ANHA’yê re axivî û û diyar kir ku îro tevahiya rojê şervanên QSD’ê pêşketinên girîng bi dest xistine û derbeyên giran li çeteyan dane.

Cîhan Şêx Ehmed wiha got: “Şervanên me îro gelek serkeftinên girîng bi dest xistin, taxên di destên çeteyan de mabûn bi tamamî rizgar kirin. Niha di destên çeteyan de Çerxerêya Neîm, nexweşxaneya Wetenî û Stada Fotbolê mane. Ev der jî hatine dorpêçkirin û heta sibê wê şervanên me van deran jî rizgar bikin″.