Cenazeyên şervanên QSD'ê Siwar û Behrem hatin veşartin

Welatiyên herêma Şehbayê cenazeyên şervanên QSD'ê Elawî Elî (Behrem) û Ela Hemade (Siwar) bi merasîmekê li Şedadê veşartin.

Welatiyên herêma Şedadê cenazeyên şervanên QSD’ê Elawî Elî (Behrem) û Ela Hemade (Siwar) ên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wegirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan herêma Şedadê.

Li gorîstanê ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û merasîmekî leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbata Şehîdan Mihemed Iweyd axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Her wiha Fermandarê YPG`ê Egîd Dirbêsiyê axivî û wiha got: "Bi saya şehîdan kes nikare îradeya gel bişkêne. Em soza şopandina rêya şehîdan cardin dûbare dikin ku heta avakirina Sûriyekî azad ji bo hemû gelan, em ê têkoşîn bikin."

 Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdullqadir Mihemed nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Piştre cenazeyê her du şervanên QSD'ê bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' û tilîliyên dayikan li goristanê hatin veşartin.