Cenazeyên şehîd Yasir Til Temir û Hogir hatin veşartin

Şervanê YPG'ê Yasir Ebdo û Mihemed Şêx (Hogir) ê ji ber krîza dil şehîd bû hatin veşartin.

Ji bo şehîd Yasir Ebdo li avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê merasîmek hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê, yek ji fermandarên YPG'ê Serhat Cûdî axivî û got, şehîdan yekîtiya gelan afirandine û rêya nifşên paşerojê ronî kirine.

Cûdî diyar kir, Şoreşa Rojava şoreşeke bêhempa ye û got, "Di nava dîrokê de gelek şoreş li dijî zilmê hatin kirin, lê ji ber ku piraniya wan xwe dispart olekî ya jî etnîsîteyekê, têk çûn. Lê belê Şoreşa Rojava li ser bingeha biratiya gelan pêk hatiye." Cûdî soz da ku wê xwedî li nirxên ji aliyê şehîdan ve hatine afirandin derkevin.

Apê şehîd Abdullah El-Nasir jî soz da ku wê li ser şopa şehîdan bin. Piştî axaftinan, belgeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştî merasîma li Meclîsa Malbatên Şehîdan cenazeyê şehîd ber bi Şehîdgeha Til Temirê ve birin û li ber tilîlî û dirûşman hate veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Şêx (Hogir) ê ji ber krîza dil şehîd bû, ji Nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê hate rakirin.

Girseya gel cenaze bir Şehîdgeha Serêkaniyê û li şehîdgehê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girt. Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Beyar Emîn li vir axivî û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku bi îradeya xwe ya ji pola û ruhê xwe yê fedakar destketiyên şehîdan biparêze. Em soz didin şehîd Hogir û hemû şehîdan; wê tola wan bê hilanîn, xwîna wan li erdê nemîne. Heta ku em xewn û xeyalên wan pêk bînin, em ê li ser şopa wan bin."

Ji fermandarên YPG'ê Azad Welat jî da xuyakirin ku wê li ser şopa şehîdan bin û heta dawiyê nirxên şoreşê biparêzin. Welat bi bîr xist ku ji bo jiyana azad berdêlên giran hatine dayin, ji ber vê yekê divê destketî û nirxên şehîdan bên parastin.

Li dû axaftinan belgeya şehadetê ya Şehîd Hogir hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd piştî merasîmê li ber dirûşma "Şehîd namirin" hate veşartin.