Cenazeyê şehîdan ji bajaroka Bisêra hat wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi Şehîdgeha Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.
Li şehîdgehê merasîmek bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê ve destpê kir. Ji fermandarên QSD‘ê Salim El-Îbrahîm axivî û got: "Bi navê hêzên leşkerî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hemberî şehîdên leheng ditewînin. Şehîd tu carî namirin, şehîdan rêya têkoşînê ji bo me ronî kirine, em ê şopdarên xeta wan bin."
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Suha Mihemed jî destnîşan kir ku şehîd meşeleyên azadiyê ye.
Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Wefa Celal nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.
Meclisê her wiha nasnameyê 3 şehîdên QSD û Erka Xweparastinê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne jî eşkere kirin.
Nasnameya şehîdan wiha ye; Zîr Elawî, Xetab Fehed El-Elî û Îbrahîm Şahiz (Umer).
Girse cenazeyê hersê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de spartin axê.