Cenazeyên şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeya 7 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmeke heybet ve li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

welatiyên bajarê Hesekê, cenazeyên şervanên YPG’ê Çekdar Xelef (Çekdar Hesekê), Salih Selman (Şervan), Ebdulîlah Ebdullah (Alan Neşwe), Feysel El-Herbî (Feysel), Mihemed Cewal (Esed), Ehmed Mihemed (Heyder), Esed Şêx Hesen ( Şervan) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîda a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî mezin ku ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ketin rê.

Li ser rêya ketina goristanê girseya gel darbesta şehîdan hildan ser milan û heta goristanê meşiyan. Li merasîma şehîdan bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanan ve destpê kir.

Piştre Endama Meclîsa Mabatên Şehîdan Fatma Hesen axivî û ji malbatên şehîdan re sebir aramî xwest û wiha got: “Şehîd ne tenê şehîdê malbatê ne, şehîdê hemû gelan in. Şehîdan ji bo parasatina doza tevahî gelên Sûriyeyê jiyana xwe feda kirine.”

Di berdewama merasîmê de li ser navê YPG`ê Kawa Hesekê axivî û destnîşan kir ku şehîdan ji bo yekbûna pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê fedakarî kirine û got: “Em îro bi saya fedakariya şehîdan gihîştin vê qonaxa pêşketî. Şehîdan ji bo yekîtiya xakê û civaka pireng a demokratîk canê xwe feda kirine.”

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî Hevserokê Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Cozêf Lehdo axivî û destnîşan kir ku şehîdan di oxira rizgarkirina xaka Sûriyeyê de fedekariyeke mezin kirine û wiha anî ziman: “Me weke gelê Sûriye, li dijî hem cûre dijberî û hovîtiya me fikri û kevneperestiya terorîstan a li ser xama me dixwaze xwe serwer bike têk bir.”

Piştî axaftinan Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Aye El-Keleş nasnameya şehîdn xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya Merasîmê de, cenazeya Şehîdan bi dirûşam ‘Şehîd Namirin’ vehatin veşartin.