Cenazeyên şehîdên azadiyê li Serêkaniyê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyên 4 şehîdên azadiyê bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîdan a bajarê Serêkaniyê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyên şervana YPJ′ê Dîlan Qido, şervanê YPG′ê Zobe Ehmed (Rêzan) û 2 Endamên Hêzên Asayîşê Îbrahîm El-Elî) û Casim El-Elî) ên ku li bajarê Reqayê di bersivdayîna êrîşa çeteyên DAIŞ′ê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Serêkaniyê wergirtin û ber Goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê ve ketin rê. Girseya gel dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Ehmed axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û diyar kir ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, bedelên giran dane.

 Piştre li ser navê Fermndariya YPG’ê Îmad Mano jî sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan, Sûriyeke demoratîk û Federal tê avakirin.

Îmad got ku erkê wan ê exlaqî û niştîmanî ye ku destkeftiyên şehîdan biparêzin û di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê heta serkeftinê da. Her wiha rizgarkirina bajarê Reqayê li gelê herêmê pîroz kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.