Cenazeyên şehîdên azadiyê bi merasîmeke heybet hatin veşatin
Li Qamişlo, Minbic û Hesekê bi beşdariya sedan welatiyan cenazeyên 14 şervanên azadiyê yên ji bo azadiya gelan şehîd bibûn, bi merasîmên girseyî û heybet ve hatin veşartin.
Li Qamişlo, Minbic û Hesekê bi beşdariya sedan welatiyan cenazeyên 14 şervanên azadiyê yên ji bo azadiya gelan şehîd bibûn, bi merasîmên girseyî û heybet ve hatin veşartin.
QAMIŞLO
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyên 2 şervanên YPG′ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.
Bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Qamişlo cenazeyên herdu şervanên YPG′ê Muhened Mehmûd (Muhened) û Argêş Agirî, ji Meclîsa taxa Enteriyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.
Li goristanê bi dehan kesan cenazeyên têkoşeran pêşwazî kirin û merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve destpê kir.
Piştre bi li ser Meclîsa Malbatên Şehîdan Kêfo Mihemed axivî, hemû cangoriyên azadiyê bibîr anîn û wiha got: ″Tişta ji me tê xwestin ew e ku em rêya şehîdên xwe bişopînin. Ez soza şopandina rêya wan û rizgarkirina welat li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan didin″.
Li ser navê Rêveberiya Xweser jî Hisên Elî axivî, sersaxî ji malbatên hemû şehîdên azadiyê re xwest û berxwedana têkoşerên ku axa welat bi xwîna xwe avdane silav kir.
Her wiha li ser navê YPG/YPJ′ê jî Fermandar Ararat Serhed axivî, sersaxî ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên cangoriyan re xwest. Ararat diyar kir ku divê ciwanên herêmê beşdarî nava refên berxwedanê bibin, da herêm azad bibe û serkeftnên mezin pêk werin.
Di dawiya marasîmê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.
MINBIC
Şêniyên bajar Minbicê cenazeyên 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyên 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mazin Xidir (Serhed), Elî Yûsif (Zêdan) û Ehmed Birîc ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê. Girseya gel alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Jinê ya Minbicê û Tevgera Ciwanên Ereb hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin″ hildan.
Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Zagosaz Nezîfe Xelo, Hevserokê Komîteya Ciwan û Sporê Mihsin Casim û Cigîra wê Sureya Ishaq, Hevseroka Komîteya Karê Derve Şêx Elî Cemîlî amade bûn.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan Kefaa Elî, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş û Hevserokê Komîteya Karê Derve Şêx Elî Cemîlî axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.
Di axaftinan de hat zanîn ku aliyên vîna gelên herêmê hedef digirin, kiryarên terorane li dijî sivîlan pêk tînin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.
Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.
HESEKÊ
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 9 şehîdan ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd ketibûn li Goristan Şehîd Dijwar veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê li pêşiya navenda Malbatên Şehîdan kom bûn û cenazeyên şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Cemîl El-Hemad (Ferhad Hesekê), Xelîl Mizkad (Xelîl), Ciwan Hirês (Ciwan Erebo), Idrîs Şakir (Rêber Şakir), Diyai Diwêhî (Diyai), Ebdilkerîm Ebdulah (Sîpan Hesekê), Yûsif Hemzê (Raman), Hisên Ferhan (Welat Hesekê) û şehîdê Hêzên Parastina Cewherî Mûsa El-Nemas wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve çûn.
Li vir bi dehan welatî û şervanên YPG’ê, YPJ’ê û Hêzên Erka Xweparastinê pêşwaziya karwanê şehîdan kirin. Piştre jî cenazeyên şehîdan li ser milên xwe ber bi mezarê ve birin.
Li vir merasîmek bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanan ve hate destpêkirin. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatime Hesen axaftinek hate kirin û di destpêkê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwe û behsa lehengiyên şehîdan kir ku tişta herî giranbuha fedayî axa welatê xwe kirine.
Di merasîmê de her wiha fermandara YPJ’ê Mihabad Koçer axivî û got ku şehîdan bi xwîna xwe efsaneyên dîrokî nivîsandin û got ku bi saya şehîdên Reqa niha rizgarkirina giştî paytexta îdîaker a çeteyan tê rizgarkirin û ev xîlafeta wan dê li pêşiya çavên giştî cîhanê hilweşe.
Koçber di dawiya axaftina xwe de soza xwe ya şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê û avakirina Sûriyeke demokratîk dubare kir.
Di merasîmê de Endamê Yekîtiya Oldaran ê Cizîrê Mela Reşîd axivî û piştî sersaxiyê ji malbatên şehîdan xwest ku bila serê wan serfirez û bilind be ji ber ku şehîdên wan di rûpelên dîrokê de navên xwe nivîsandin.
Piştre jî nasnameya şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Cenazeyên şehîdan di nava tilîlî û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.