BI DÎMEN

Cenazeyên şehîd Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê hatin veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo veşartina cenazeyên şehîd Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê hatin ba hev û soza berdewam kirina têkoşîna şehîdan dan.

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZEYÊN ŞEHÎD

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şehîd Sorxwîn Celal û Arîn Kobanê ku di 3’yê Nîsanê de li bajarê Kobanê şehîd bûn, bi merasîmeke girseyî spartin axê. Endamên Saziyên Sivîl, Endamên Saziyên Leşkerî, Kongra Îslama Demokratîk û Nûnerên Rêveberiya Xweser tevlî merasîmê bûn. Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şemsîxan Gulo da zanîn ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tu caran dest ji têkoşîna şehîdan bernadin û wiha pêde çû: “Heval Sorxwîn û Arîn, yek ji damezrînerên destpêkê yên Yekîneyên Parastina Jin bûn. YPG û YPJ ji bo gelê Kurd mîrase. Dijmin çi bike bila bike ji ber ku heya rêberekî wek Rêber Apo rêberê me be tu kes nikare vîna me bişkîne. Eger Sorxwînek û Arînek şehîd bûn wê bi sedan soza berdewamiya têkoşîna wan bidin.”

Endama Yekîneyên Parastina Jin Berfîn Kobanê jî li ser kesayeta şehîd Sorxwîn wiha got: “Em tu car heval Sorxwîn ji bîr nakin, di şexsê heval Sorxwîn de gelek têkoşîn û berxwedanî hebû. Ruxmî ku heval Sorxwîn hevalek Gazî bû lê tu carî dest ji kar û xebatên xwe berneda. Heval Sorxwîn tu car ji dilê me dernakeve wê her tim bi me re be.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk a bajarê Qamişlo Omer Hemîd jî ev tişt got: “Şehîd zindiyên ku herî rast dijîn in. Şehîdên me tişta herî giranbuha fedayî welatê xwe kirin.”

Piştî axaftînan jî bîranînên Şehîd Sorxwîn Celal a ku bixwe behs kiriye hat guhdarkirin. Di dawiya de wesîqeya Şehîd Sorxwîn hat xwendin û radestî Malbatên Şehîdan hat kirin. Bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” cenazeya şehîd Sorxwîn Celal li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin. Cenazeya Şehîd Arîn Kobanê jî li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik a ku li Dêrikê yê, wê were spartin.