Cenazeyên şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo têne veşartin

Cenazeyên nûçegihanê ANF’ê û kedkarê Çapemeniya Azad Seyîd Evran û Fermandarê YPG’ê Aslan Qamişlo bi merasîmeke girseyî li Qamişloyê têne veşartin.

Bi beşdariya bi hezaran kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên saziyên sivîl, civakî, ragihandin û leşkerî karwana her du şehîdan; nûçegihanê ANF’ê û kedkarê Çapemeniya Azad Seyîd Evran ku di 22′ê Îlonê de şehîd bûbû û yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Aslan Qamişlo ku di êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de 17′ê Îlonê şehîd bûbû, bi wergirtina cenazeyan ji morga li Qamişloyê ya li taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan destpê kir.

Cenazeyê rojnamevan Seyîd Evran bi kulîlk û ala YRA′yê hate xemilandin, her wiha cenazeyê fermandar Aslan Qamişlo bi ala YPG′ê û kulîlkan hate xemilandin. Hevrêyên wan cenazeyên her du şehîdan hildan ser milên xwe û ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

bi hezaran kes ji xelkê herêmê, rûspiyên êl û eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada goristanê li benda karwana şehîdan in. Qad bi wêneyên şehîdan û kulîlkan hatiye xemilandin.

Beşdaran wêneyên şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo bi sînga xwe xistine.

Cenazeyên Evran û Qamişlo wê piştî merasîmê ku li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan were lidarxistin, bêne veşartin.

Agahiyên berfireh tên...