Cenazeyên şehîd Faris û Hisên hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên Mihemed Ridwan Faris û Mihemed Hisên ku 6’ê Kanûnê şehîd bûn, hatin veşartin.
Li Hesekê cenazeyên Mihemed Ridwan Faris û Mihemed Hisên ku 6’ê Kanûnê şehîd bûn, hatin veşartin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê cenazeyên şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed Ridwan Farisî û şervanê QSD′ê şehîd Mihemed Hisên bi beşdariya xelkê bajêr, gundewarên wê û endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana şehîdan a li gundê Şema veşartin
Her du şervan di 6′ê Kanûnê de dema li ser erka xwe ya leşkerî bûn, şehîd bûbûn.
Beşdaran wêneyên her du şehîdan, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan û QSD′ê hildan.
Di merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme El Elî sersaxî da malbatên her du şehîdan û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fedakarî û destkeftî pêk anîn û li dijî dijminên hewl didin herêmê dagir bikin, sekinîn.
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê jî behsa hewldanên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Dijmin bi hemû hêza xwe êrişî me dike ku xaka me dagir bike. Lê bi saya fedakariyên keç û xortên vî gelî kes nikare me têk bibe û vîna me ya berxwedanê bişikîne.”
Dêrsim Hesekê destnîşan kir ku dijminê gelê herêmê nekarî bi rêya êrişên xwe vîna gel têk bibe û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Şehadet vîn û berxwedaneke nû ye. Bi şehadetê israra me ya pêkanîna destkeftiyan zêde dibe. Em soz didin gelê xwe ku heta têkbirina dagirkerî û serkeftinê em şopdarên şehîdên xwe ne.”
Piştre wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û şehîd Mihemed Hisên li goristana şehîdan a li Til Temirê û cenazeyê Mihemed Faris li gundê wî Şema yê Hesekê hatin veşartin.