Cenazeyên şehîd El Kok û Abudullah li Minbicê veşartin

Cenazeyên şervanê QSD'ê Welîd El-Kok (Yarûb) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ramî Abdullah ên dema erka xwe pêk dianîn şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanê QSD'ê Welîd El-Kok (Yarûb) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ramî Abdullah ên dema erka xwe pêk dianîn şehîd bibû, ji nexweşxaneya Firatê girtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Minbicê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destpê kir. Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berdevkê meclisê Şervan Derwîş axivî. Şervan Derwîş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em di welatekî de dijîn ku li dijî wê komployên qirêj tên plankirin. Em di welatekî de dijîn ku dijmin çavê xwe berdaya xêr û bêra wê. Em di welatekî de dijîn ku xwîna gelê wê tê rijandin.”

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ciwan El-Ehmed jî got: "Em îro lehengên ku rêya heqîqet, azadî û fedekariyê hilbijartine oxir dikin."

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama meclîsê Henadî Mihemed axaftin kir û got: "Em cenazeyên lehengên ku canê xwe fedayî vî welatî kirine û destanên qehremaniyê nîvisandine diveşêrin."

Di berdewama merasîmê de li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê hevserokê Meclîsa Zagonsaz Mihemed Elî Ebo diyar kir ku serkeftinên hatine bidestxistin û rizgarkirin û ewlehiya herêmê berhemên keda şehîdan e.

Li ser navê malbata şehîd Welîd El-Kok, Heysem El-Kok anî ziman ku şehadeta Welîd ji bo wan cihê şehnaziyê ye û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinan endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Kefaa El-Elî nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Girseya gel cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.