Cenazeyên nûçegihanê ANHA’yê Hogir û 4 şehîdan hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên kantona Qamişlo cenazeyê nûçegihanê ajansa ANHA Hogir Mihemed û 4 şervanên YPG’ê û Hêzên Erka Xweparastinê ku di dem û cihên cuda de şehîd ketibûn, li Gorostana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Bi hezaran welatiyên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê û endamên hemû saziyên leşkerî û sivîl li pêşiya Meclîsa Taxa El-Enteriyê kom bûn û cenazeyên nûçegihanê ajansa ANHA’yê Şehîd Hogir Mihemed û 4 şehîdên Yekîneyên Parastina Gel û hêzên Erda Xweparastinê wergirtin. Welatiyan alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk, YPG’ê û YPJ’ê û Hêzên Erka Xweparastin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên şehîdan bilind kirin.

Welatiyan cenazeyên şehîdan Hogir Mihemed nûçegihanê ANHA’yê ku di teqîna çeteyên DAIŞ’ê de li gundê Ebû Fas a gundewarê Reqayê, 2 şervanên YPG’ê Hemo Şêxo (Mezlûm Qamişlo) û Mihemed Silêman (Ciwan Qamişlo) ku di 14’ê Cotmehê de di pêngava rizgarkirina Reqayê de û 2 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Hisên Hisên ê ku 14’ê Cotmehê û Fadî Şêxo yê ku 16’ê Cotmehê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd ketibûn wergirtin, ber bi Goristna Şehîd Delîl Sarûxan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ve meşiyan. Piştî ku karwanê şehîdan gihîşt goristanê. Şervanên YPG’ê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî merasîmek lidar xistin.

Di merasîma de hevserokê Meclîsa Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif û Endamê Yekîtiya Ragihandina Azad û Endamê Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilşad Cûdî axivîn û sersaxiya malbatên şehîdan xwestin û rizgarkirina bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin.

Hediye Yûsif got ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê roj bi roj azadiya xwe misoger dikin û şervanên azadiyê efsaneyên dîrokî li dijî dijminên mirovahiyê dinivîsin û wiha got: “Evan her pênc şehîdan ku em niha wan oxir dikin bi xwîna xwe gelên herêmê parastin. Hemû destkeftiyên hatine bi dest xistin bi saya xwîna şehîdan e.”

Endamê Yekîtiya Ragihandina Azad û Endamê Rêveberiya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilşad Cûdî di merasîmê de axivî û got ku nûçegihanê ANHA’yê Hogir Mihemed ji bo rastiyê ragihîne şehîd ketiye. Cûdî soza şopandina rêya şehîd Hogir û Şehîd Dilîşan û hemû şehîdên azadiyê da.

 Piştî axaftinan rêhevalên şehîd Hogir Mihemed kamîreyek danîn ser cenazeyê wî û soza şopandina rêya wî dan.

Piştre jî nasnameya şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeiyên şehîdan di nava tilîliyên dayikan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.