Cenazeyên du şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihemed Dawûd (Yezen) û şervanê YPG'ê Ehmed Xidêr (Nîdal) li Şedadê hatin veşartin.
Cenazeyên şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihemed Dawûd (Yezen) û şervanê YPG'ê Ehmed Xidêr (Nîdal) li Şedadê hatin veşartin.
Welatiyan cenazeyên herdu şehîdan Mihemed Dawûd (Yezen) û Ehmed Xidêr (Nîdal) ku dema bi erka xwe ya parastinê li Şedadê û Ebû Xeşeb radibûn şehîd ûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ji dehan wesayitî birin Şehîdgeha Şedadê.
Welatiyan li pêşiya şehîdgehê darbestên şehîdan danîn ser milan û bi qîrîna dirûşman meşiyan.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li merasîma li goristanê, ji fermandarên YPG'ê Elî Şedadê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Cenazeyên şehîdan dûr hatin veşartin.