Cenazeyê 7 şehîdên Reqayê li Eyn Îsayê hatin veşartin

Cenazeyê 7 şervanên ku di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn, li gundê El Hikûmiye yê Eyn Îsayê bi merasîmekê hatin veşartin.

Girseya gel li pêşiya Şaredariya Gel a Eyn Îsa cenazeyê şehîd Mihemed El-Fezai (Hemadî El- Kesmo), Ehmed El-Eyoş (Ehmed Reqa), Mehmûd El-Ehmed (Sêzer), Mihemed El-Mihemed (Xelef), Ehmed El-Elî (Ehmed Reqawî), Ehmed El-Yasir (Ehmed Reqa) û Mihemed Idrîs (Ebû Yezen), wergirtin û ber bi gundê El-Hikûmiyê bi rê ketin.

Li goristanê, cenazeyên şehîdan ji aliyê rêhevalên şehîdan ve heta dika goristanê hatin hilgirtin. Li vir merasîmeke leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate kirin.

Li ser navê QSD`ê fermandar Ebû Feysel û li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebû Xelef, her wiha Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê  Leyla Mistefa axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û destnîşan kirin ku şêniyên Reqayê bi azad dijîn û bi sayê van şehîdan bajarê wan hate rizgarkirin.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Di nava tilîliyên dayikan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyên şehîdan hatin veşartin.