Cenazeyên 6 şehîdan li Keramayê hatin veşartin
Cenazeyên 6 şervanên YPG'ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarokê Kerama yê Reqayê hatin veşartin.
Cenazeyên 6 şervanên YPG'ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarokê Kerama yê Reqayê hatin veşartin.
Cenazeyên şehîd Yasir El-Esaf, Îbrahîm El-Tirkî, Mûsa El-Esaf(Hemed), Îbrahîm El-Kerama, Abdullhemîd Elî(Ebû Emced) û Îbrahîm El-Casim, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê hatin rakirin. Girseya gel bi karwanekî ji wesayitan cenazeyên şehîdan anîn Keramayê.
Piştî ku karwan gihîşt Goristana Şehîd Memo û Sîdar, hevreyên şehîdan darbestên wan hildan ser milan û ber bi goristanê ve meşiyan. Merasîma li goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Elî Hesen piştre axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Elî Hesen got: "Em îro şehîdên xwe yên ku bi xwîna xwe dîrok neqişandin, oxir dikin. Em di şexsê van şehîdan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin."
Yek ji fermandarên YPG'ê Nasir Mihemed jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û rizgarkirina bajarê Reqayê li gel pîroz kir.
Piştî axaftinan wesîqeta şehîdan ji aliyê Endamê TEV-DEM'ê Ehmed Elî ve hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin. Bi dûrişmeyên dilosoziya bi şehîdan re, cangoriyên azadiyê hatin veşartin.