Cenazeyên 5 şehîdan hate veşartin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê 5 şehîdên Berxwedan Serdemê bi dirûşma ‘’Bi serkêşiya şehîd û ciwanan em ê Efrînê rizgar bikin’’ veşartin.

Bi hezaran  Efrînî û Şehbayî bi dirûşma "Bi sêrkêşiya şehîd û ciwanan em ê Efrînê rizgar bikin" cenazeyên şehîd Şahan Şiyar, Hawar Efrîn Mihemed û Gerzan Mihemed veşartin, ku dema mayineke li gundê Til Sosin ê girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bê bandor dikirin şehîd bûbûn. Her wiha  şehîd Birûsk Baran û Mihemed Cim ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a navçeya Ehresê ya girêdayî kantona Şehbayê  hatin veşartin.

Şêniyan cenazeyên her pênc şehîdan Ferhad Yaracîn Kaya (Şahîn Şiyar), Misfefa Hesen (Hawar Efrîn), Mihemed Cim (Mihemed), Birûsk Baran û Mihemed Qehreman (Gerzan) ji navenda meclisa Ehresê wergirtin û ber bi goristana şehîdan a navçeyê ve meşiyan.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Birko axivî û ev tişt got: "Em dibêjin ku em ê li Efrînê vegerin. Ji ber ku bawariya me bi wan lehengan heye, ku li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin. Ew lehengên ku soz dane ku ew ê Efrîn û gelê wê rizgar bikin û hêz û îradeya xwe di Berxwedana Serdemê de tekez kir. Baweriya me heye ku em ê bi saya şehîdan Efrînê ji dagirkeran û çeteyên wan rizgar bikin."

Her wiha ji rêveberên Yekitiya Ciwanên Rojava Tolhildan Efrîn axivî û soza şopandina rêya hemû şehîdan da, ku ji bo aştî û aramiya gelê xwe canê xwe feda dikin.  Efrîn destnîşan kir ku wan bi ciwanan dest pê kir û bi ciwanan bi ser bikevin û wiha pê de çû. "Em ê Efrîna ku li hemberî hemû çekên giran û li hemberî dewleta duyemîn di NATO`yê de li ber xwe da, rizgar bikin. Em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe rakin û em ê asta têkoşîna xwe li hemberî her kesî ku li dijî Şoreşa 19`ê Tirmehê derdikeve, bilind bikin."

Ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçber destnîşan kir ku felsefeya wan li ser xwîna şehîdan hatiye avakirin. Koçber diyar kir her 5 şehîd ji bo welatê xwe tev li karwanê canfidayan bûn û ev tişt bi lêv kir: "Divê gelê me di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bike. Pêwîst e em îrade û hêza xwe xurt bikin ji bo ku em li ser rêya şehîdên xwe bimeşin û Efrînê rizgr bikin."

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê endama Kongreya Star Nazo Mihemed ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyên her pênc şehîdan di nava dirûşm û tilîliyan de hatin veşartin.