Cenazeyên 4 şervanan li Minbic û Girê Spî hatin veşartin
Welatiyên bajarê Girê Spî û Minbicê cenazayên şervanên QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi merasîman li goristanê veşartin.
Welatiyên bajarê Girê Spî û Minbicê cenazayên şervanên QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi merasîman li goristanê veşartin.
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehîm Rehîm û Elî Mele, welatiyên bajarê Girê Spî jî cenazeyên şervanên QSD'ê Mihemed Mehmûd û Yasir Reqa ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîman veşartin.
MINBIC
Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehîm Rehîm û Elî Mele ji nexweşxaneya Firatê ya bajêr wergirtin û ber bi goristana şehîdan a Minbicê ve ketin rê.
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Nezîfe Xelo, Endamên saziyên sivîl ên bajêr û welatiyên bajêr tevlî merasîma oxirkirinê bûn.
Li goristanê ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Debaa, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş û malbatên herdu şehîdan axivîn.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser berxwedana şervanan a li hember çeteyên DAIŞ′ê û hate gotin ku şervanên QSD′ê bi hemû hêza xwe li Reqayê pêşve diçin. Her wiha di axaftinan de, soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeke demokratîk hat dayîn.
Piştre nasnameyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şervanan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hatin veşartin.
GIRÊ SPÎ
Bi sedan şêniyên Girê Spî û bajaroka Eyn Îsa jî cenazeyên şervanên QSD′ê Mihemed Mehmûd û Yasir Reqa ku, bi merasîmekê li goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, Meclîsa Sivîl a Reqayê, TEV-DEM′ê, Endamên Hêzên Xweparastinê, şervanên YPG/YPJ′ê û welatiyên bajêr tevlî merasîma oxirkirinê bûn.
Li goristanê ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Hevseroka Rêveberiya Xweser a Girê Spî Zelîxe Ebdî, Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah û Fermandarê QSD′ê Ebdullah Cilqêf axivîn.
Di axaftinan de, sersaxî ji malbatên cangoriyan re hat xwestin û soza şopandina rêya wan hat dayîn.
Piştre nasnameyên şervanên QSD'ê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şervanan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hatin veşartin.