Cenazeyên 3 şervanên azadiyê li Efrîn û Şehbayê hatin veşartin

Welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê cenazeyên 3 şervanên azadiyê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn li Goristana Şehîd Refîq hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanê Ceyş El-Siwar Ebas Ebas (Serdar Teane), şervanê Cebhet El-Ekrad Sair Hesûn û şervanê YPG′ê Mihemed Mûstefa (Rizgar Efrîn) ji nexweşxaneya Avirîn a bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq ve ketin rê.

Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Endamên saziyên herêmên Şahbayê, şervanên YPG/YPJ′ê, Ceyş El-Siwar, Cebhet El-Ekrad û malbatên şehîdan, amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen, Serokê Buroya Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar Ebû Ehmed Mutleq û kurê apê şehîd Rizgar, Mihemed Welîd axivîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser berxwedana şervanên azadiyê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de û hat diyarkirin ku bi hezaran sivîl ji zilma çeteyên DAIŞ′ê hatine rizgarkirin.

Her wiha di axaftinan de hat destnîşankirin ku gelên Kantona Efrînê li hember destwerdanên dewleta Tirk a dagirker hevgirtina xwe xurt kirine û wê axa xwe ya ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, biparêzin.

Piştî axaftinan, cenazeyên şehîd Rizgar Efrîn li Goristana Şehîd Refîq hat veşartin . Cenazeyên şehîd Sair û şehîd Ebas jî li goristana gundê Ehrezê hatin veşartin.