Cenazeyên 2 şehîdên Reqayê hatin veşartin

Bi merasîmekê cenazeyê şervana YPJ’ê Melîhe Şêxo (Armanc Cîlo) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Azad Ebdullah ên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibin, hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Saziyên Civaka Sivîl, bi dehan şervanên YPG/YPJ′ê û Fermandarên QSD′ê cenazeyên şervana YPJ′ê Melîhe Şêxo (Armanc Cîlo) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Azad Ebdullah ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê û Erka Xweparastinê ve des pê kir. Piştre Fermandara YPJ′ê Dilbirîn Kobanê axivî û diyar kir ku cangoriyên azadiyê ji bo parastina rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirin. Dilbirîn wiha got: “Divê em destkeftiyên şehîdan biparêzin û şopdarên rêya wan bin, da jiyaneke layiqî wan were avakirin.”

Piştî axaftinan, nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin, her wiha nasnameyên herdû şervanên YPG′ê Mihemed Mişê (Welat Kobanê) û Mihemed Îbrahîm (Mihemed Kobanê) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne jî hatin eşkerekirin. Nasname radestî malbatên cangoriyan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên herdu şehîdan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.