Cenazeyên 2 şehîdên azadiyê li Şedadê hatin veşartin

Welatiyên navçeya Şedadê cenazeyê 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Dorê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan hatin veşartin.

Welatiyan cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Xelîl Kurdî (Kurdî) û Hesen Fenaş (Mûrad) wergirtin û ber bi Goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîma de cenazeyên şehîdan li goristanê di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.