Cenazeyên 2 şehîdan li Tebqayê hatin veşartin

Cenazeyên 2 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarê Tebqayê bi merasîmekê hatin veşartin.

Karwanê cenazeyên şehîd Telal Ehmed (Telal) û Mihemed El-Hebaş (Mihemed)  ji kantona Kobanê ya Herêma Federal a Firatê ber bi bajarê Tebqayê ve bi rê ket. Karwanê cenazeyan ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Li Tebqayê cenazeyên her du şehîdan bi merasîmeke bi heybet ku gelek rûspî û mezinên eşîrên herêmê di nav de hebûn, hatin veşartin. Di heman merasîmê de nasnameya Ehmed Yihya El-Mihemed (Ehmed) û Hanî Ilês (Hanî) jî hate ragîhandin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji aliyê hêzên Erka Xweparstinê ve, dest pê kir. Paşê Endamê Fermandariya QSD'ê Zinar Kobanê axivî û soz da malbatên şehîdan ku wê berxwedana şehîdan heta azadiya tevahiya herêmê bidomînin.

Di dewama merasîmê de Hevseroka Meclîsa Tebqayê Rewşen Hemê jî axivî û di destpêka axaftina xwe de gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a dibêje "Em şehîdên xwe ne di nava axê de, em wan di dilên xwe de vedişêrin" bibîr anî. Hemê got: "Divê hemû girtiyên azadiyê û di serî de Rêberê Abdulh Ocalan azad bibin."

Piştî axaftinan şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya mersîmê de girseya gel nimêj kir û cenazeyên her du şehîdan li ber dirûşman spart axê.

Şervanên QSDʹê Telal Ehmed (Telal), Mihemed El-Hebaş (Mihemed), Ehmed Yihya El-Mihemed (Ehmed) û Hanî Ilês (Hanî) dawiya meha Tîrmehê û destpêka meha Tebaxê di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûbûn.