Cenazeyê Sosin Bîrhat ji aliyê hezaran ve hate veşartin

Ji Fermandarên YPJ’ê Sosin Bîrhat a di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Temirê de şehîd bûbû, ji aliyê bi hezara kesî ve li navçeya Ehresê li Şehîdgeha Berxwedana Serdemê hate veşartin.

Cenazeyê Şehîd Sosin Bîrhat (Sosin Mihemed) li Heleb û Şehbayê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate veşartin.

Cenazeyê ji Fermandarên YPJ’ê Sosin Bîrhat ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Temirê de şehîd bûbû, li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Konvoya cenaze ber bi Şehbayê ve ket rê.

Li Kantona Şehbayê jî li ser wesyeta Şehîd Sosin Bîrhat gel bi dihol û zirneyê, alên YPG û YPJ’ê hate pêşwazîkirin.

Girseya ku cenazeyê Bîrhat ji Nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê girtin, li Şehîdgeha Şehîdên Berxwedana Serdemê veşartin.