Cenazeyê şervanên YPG’ê Hesekê û Bekir hatin veşartin

Welatiyên Şedadeê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed El-Mihemed (Aras Hesekê) û Mihemed El-Etiyê (Bekir) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê ya Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed El-Mihemed (Aras Hesekê) û Mihemed El-Etiyê (Bekir) ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Hisên Hemade axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got; “Şehîdan çirûska serhildanê pê xist. Ji bo wê jî divê em xwedî li şehîdan derbikevin û xewn û xeyalên wan pêk bînin.”

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.