Cenazeyê şervanên QSD’ê Ewed û Şuca spartin axê

Welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Ewed El-Ekîl (Ewed) û Şuca Ehmed El-Rewilî (Şuca) bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Tebqayê spartin axê.

Welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Ewed El-Ekîl (Ewed) û Şuca Ehmed El-Rewilî (Şuca) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîdan a Tebqayê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên QSD’ê merasîmeke leşkerî lidar xist. Piştre ji fermandarên QSD’ê Umîd Gabar axivî û wiha got; “Bakurê Sûriyê îro di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Hêzên kapîtalîst dixwazin projeya Netewa Demokratîk a ku gelên Bakurê Sûriyê baweriya xwe pêaniye, têk bibe.ʺ

Endama Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Meryem El-Şerîf, ji rêveberên Saziya Karûbarên Olî li Tebqayê Nair Cinêd û li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya herêma Tebqa Ehmed Ewad El-Hisênî axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û gotin bi saya şehîdan deskeftiyên Bakurê Suriyeyê hatine bidestxistin.

Piştî axaftinan, nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Cenazeyê her du şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.