Cenazeyê şervanên Erka Xweparastinê Ehmed û Mihemed hatin veşartin

Li Dêrik û Qamişloyê cenazeyên şervanên Erka Xweparastinê Faris Ehmed (Çiya) û Îvan Mihemed ên di Pêngava Bagera Cizîrê di dem û cihên cuda de şehîd bûne, hatin veşartin.

DÊRIK

Gelê herêma Dêrikê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Faris Ehmed bi nasnav "Çiya" ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Xebat Dêrik veşart.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rûspî di nav de bi sedan şêniyên herêmê tevlî merasîma cenaze bûn.

Li şehîdgehê bi deqeyek rêzgirtinê merasîm ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê û şervanên YPG’ê ve hate lidarxistin. Di merasîmê de yek ji Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Cûdî Beravê axivî û bal kişan ser rola şervanên Erka xweparastinê.

Dîda di dewama marasîmê de Hevseroka Kantaona Cizîrê Perwîn Mihemed jî axivî.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşman hate veşartin.

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Qamişlo, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îvan Mihemed ê ku 15'ê Gulanê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergertin, bi karwaneke ji wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan.

Li şehîdgehê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û şervanên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin. leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ'ê û Hêzên Erak Xweparastinê hate lidarxistin.

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mawend Xelo û Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Feysel Murad axivîn.

Axaftivanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz şopandina xeta wan dan.

Bavê Îvan, Mehmûd Mihmed jî axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got ku kurê wî ji bo rûmeta gelê xwe canê xwe feda kir.

Piştre jî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Îvan Mihemed di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayikan de hate veşartin.