Cenazeyê şervanê YPG’ê Zekeriya hate veşartin
Cenazeyê şehîdê YPG‘ê Zekeriya Silêyman (Zekeriya Efrîn) ê 18‘ê Hezîranê dema li Helebê li ser erka xwe şehîd bibû bi merasîmekê girseyî, hate veşartin.
Cenazeyê şehîdê YPG‘ê Zekeriya Silêyman (Zekeriya Efrîn) ê 18‘ê Hezîranê dema li Helebê li ser erka xwe şehîd bibû bi merasîmekê girseyî, hate veşartin.
Bi hezaran şêniyên Efrînê cenazeyê şervanê YPG‘ê Zekeriya Silêyman (Zekeriya Efrîn) ê 18‘ê Hezîranê dema li Helebê li ser erka xwe bû, di encama krîza dil de şehîd bibû ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê wergirtin û bi kerwanekî ji sedan wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve ketin rê.
Li goristanê, merasîm bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Piştre, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Hesen Silêman û endamê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Naso axivîn.
axaftvanan sersaxî ji malbata şehîda re xwestin û gotin, xwîn û fedekariyên şehîdan rêya rizgariyê xêz dike.
Piştî axaftinan nasnameya şehîda hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd Zekeriya bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.