Cenazeyê şervanê YPG’ê Til Temir hate veşartin
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Agirî Til Temir bi merasîmekê li goristana şehîdan a Serêkaniyê veşartin.
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Agirî Til Temir bi merasîmekê li goristana şehîdan a Serêkaniyê veşartin.
Bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Îbrahîm (Agirî Til Temir) ku 22’yê Mijdarê li Dêra Zorê şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana şehîdan a Serêkaniyê veşartin.
Li goristan şervanê YPG’ê merasîmeke leşkerî lidarxistin û ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Beyar Emîn axivî û got; “Em bi şehîdên xwe ji hemû herêman ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir, serbilind in. Bi saya fedakariya wan em niha jiyaneke birûmet û hevbeş dijîn. Em soz dikin ku em ê rêya wan bişopînin.”
Fermanarê QSD’ê Cesûr Amûdê jî axivî û got; “Divê herêm bi yekîtiya xwe li beramberî dagirkeriya faşîsmê raweste. Tirkiye bi êrîşên xwe yên li dijî Bakurê Sûriyeyê dixwaze projeya Netewa Demokratîk têk biibe û welatiyên herêmê koçber bike.”
Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd Til Temir hate xwenstin û radestî malbata şehîd hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Îbrahîm (Agirî Til Temir) bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.