Cenazeyê şervanê YPG’ê Nebo hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Îbrahîm Xelîl Nebo bi nasnav Rûşan Efrîn ku di encama kirîza dil de şehîd bibû, li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi tevlîbûna sedan kesî li Goristana Şehîdan a gundê Nebo hate veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Rûşan Efrîn bi merasîmekê li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê li Goristana Şehîdan hate veşartin.

Girseya gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Xalid Fecir wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a gundê Nebo ya herêma Şiqêf ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve hate destpêkirin.

Di merasîmê de, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zelûx Hemo sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Ji fermandarên YPG‘ê Ferhad Kobanê jî axivî û li ser kesayet şehîd Rûşan re ev tişt anî ziman: "Şehîd Rûşan ti carî serî ji dijmin re netewan, Kurd û Ereb diparast.

Keça şehîd Rûşan Dicle Nebo jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku bi şehadeta bavê xwe serbilind e ku rêya azadî û rûmetê şopand.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Bêrîvan Ebdo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyan hate veşartin.