Cenazeyê şervanê YPG’ê Metîn Viyan hate veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Metîn Viyan ku rêya apê xwe yê şehîd Metîn şopand, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşart.
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Metîn Viyan ku rêya apê xwe yê şehîd Metîn şopand, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşart.
Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG`ê Delîl Xelîl (Metîn Viyan) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, ji meclîsa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Asya Abdullah axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest.
Asya destnîşan kir ku hemû destkeftiyên ku li Rojavayê Kurdistanê hatin bidestxistin bi saya xwîna şehîdan e.
Ji fermandarên YPG`ê Serhed Serhed jî axivî û got ew bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan welatê xwe diparêzin.
Her wiha bavê şehîd Metîn, Mihemed Xelîl jî axivî û got:”Em di kesayeta şehîd Metîn de, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Kurê min rêya apê xwe Metîn ku di nava Tevgera Azadiya Rizgariya Kurdistanê de şehîd bibû, şopand. Kurê min navê xwe apê xwe Metîn rakir û di sala 2014`an de tevlî YPG`ê bû û beşdarî hemû hemleyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bû. Ez soza şopandina rêya kurê xwe didim û sersaxî ji hevreyên wî re dixwazim.”
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de, şehîd Metîn bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.