Cenazeyê şervanê YPG’ê Loqman Qamişlo hate veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Loqman Qamişlo ku di encama qezayekê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşart.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Dear Cerbû (Loqman Qamişlo) bavê şehîd Feysel  ku li navçeya Til Berek di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû, bi merasîmekê  li goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Malbatên Şehîdan ên bajarê Qamişlo Umer Mûsa û Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û bal kişandin ser fedakariya malbatê ji bo parastina ewlehiya gelên herêmê. Her wiha hate gotin ku malbatên wiha fedakar destaneyên dîrokî dinivîsin. Li aliyekî din jî hat diyarkirin ku Şehîd Loqman û kurê wî şehîd Feysel di oxira azadî û jiyana hevbeş de bûn sembola fedakariyê.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şehîd Feysel yê ku kurê şehîd Loqman e beriya salekê li herêma Holê şehîd bûbû.