Cenazeyê şervanê YPG'ê Kendal Efrîn hate veşartin

Bi sedan welatiyên Kantonên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG'ê Kendal Efrîn bi merasîmekê li goristana şehîdan a Ehrezê spartin axê.

Welatiyên Kantonên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG'ê Kendal Efrîn (Reşîd Simo) ku li herêma Eyn Îsa dem bi erka xwe radibû şehîd bû, ji nexweşxaneya bajêr wergirtin û bi karwaneke ji wesayîtan birin goristana şehîdan a gundê Ehrez ya Kantona Şehbayê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre şervanan merasîmeke leşkerî pêk anîn. Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Merwan Efrîn axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û hemû şehîdên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bîr anî.

Endama Rêveberiya Kongreya Star Rojhilat Arîf jî axivî û got; "Şehîd ji bo biratiya gelan canê xwe feda dikin. Komploya dewletên herêmê û navneteweyî li dijî gelê Efrînê hê jî dewam dike û gelê Efrînê jî li dijî van komployan têkoşîna xwe geştir dike û li ber xwe dide."

Piştre cenazeyê şervanê YPG'ê Kendal Efrîn (Reşîd Simo) bi tilîliyên dayikan û dirûşmeya 'Şehîd Namirin' li goristanê hate veşartin.