Cenazeyê şervanê YPG’ê Hesen li Tirbespiyê hate veşartin

Welaiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Mecîd Hesen (Lawend Xezne) ê li bajarê Dêrikê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.

Bi sedan welaiyên bajarê Tirbespiyê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG′ê Macid Hesen (Lawend Xezne) ê ku di 22′yê Tîrmehê li bajarê Dêrikê şehîd bûye, li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Celal Îbrahîm, Fermandarê YPG′ê Dilbirîn Ferho û Hevserokê Desteya Tûrîzim û Parastina Şûnwaran Hisên Elî, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û hate zanîn ku cangoriyên azadiyê ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet bedelên giran didin û serkeftinên mezin di şerê li dijî terorê de bi dest dixin.

Her wiha hat diyarkirin ku bi saya hevgirtina gelên herêmê, herêm ji terorê tê rizgarkirin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

Di dawiya merasîmê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşman ve hate veşartin.