Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Reqa spartin axê

Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Reqa bi merasîmekê spartin axê.

Ji bo merasîma cenazeyê şervanên YPG’ê Ehmed Reqa, welatiyên Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Fermandara QSDʹê Rojda Felat û bi dehan şervanên YPG/YPJʹê ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî, bal kişand ser berxwedana YPG/YPJʹê di şerê li dijî dagirkeriya Tirk de û got ku wê dawiya dagirkeriyê li Efrînê be.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan Şêx Ehmed jî axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin. Ehmed diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin, serkeftinan bi dest bixin û armancên şehîdan pêk bînin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin radestî malbata wî hat kirin. Her wiha Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên 10 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşma “Şehîd Namire” spartin axê.