Cenazeyê şervanê YPG’ê Ebid Îbrahîm hate veşartin
Welatiyên gundê Ebû Xeşeb cenazeyê şervanê YPG’ê Ebid Îbrahîm bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir veşart.
Welatiyên gundê Ebû Xeşeb cenazeyê şervanê YPG’ê Ebid Îbrahîm bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir veşart.
Bi sedan welatiyên gundê Ebû Xeşeb cenazeyê şervanê YPG`ê Ebid Îbrahîm yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, ji Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi bajarokê Cezrayê ve ketin rê.
Li goristanê merasîma cenaze bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji fermandarên QSD`ê Barfan Reqa di merasîmê de axivî û wiha got; ”Em bi rêzdarî hemû şehîdan bi bîr tînin. Bi saya xwîna şehîdan herêm tên rizgarkirin û em soz didin ku em ê heyanî dawiyê li ser rêya şehîdan bimeşin.”
Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Bi saya şehîdan herêm ji çeteyan rizgar bû, ji ber ku em têdikoşin serkeftin a me ye. “
Piştî axaftinan, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Beraa Hemade nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Ebid Îbrahîm bi dirûşme û tilîlyan li goristanê spartin axê.