Cenazeyê şervanê YPG’ê Destan li Dêrikê hate veşartin

Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Eşrec (Rizgar Destan) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi hezaran welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Eşrec (Rizgar Destan) ê ku 29’ê Hezîranê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir girtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG’ê Mİhyedîn Xerkê axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got; “Em ji tevahî gelê xwe re dibêjin ku em bi îradeya xwe ya polat û rihê fedekarî berxwedana me ya parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîd Rizgar û hemû şehîdên din ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin ta armancên wan bi cih bînin."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ûbeyd, Hevserokê Desteya Hindirîn a Kanotna Cizîrê Kenan Berekat axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Piştre wesîqeya şehadetê ya Rizgar hate xwendin û radestî Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hate kirin. Girse cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Eşrec (Rizgar Destan) bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.